Fehmiyê Bîlal


kurdish poet (1887†1967 Amed or diyarbakir,turkey)

No translations available


Fehmiyê Bîlal (*1887 li Licê- †1967 li Amed) ji Amedê ye û di serhildana Şêx Seîd de wekî sekreter cihgirtiye. Nivîskar, siyasetmedar û têkoşerekî navdar ê Kurd e. Bi navê Fehmiyê Licî jî tê naskirin. Hêj di temenciwaniya xwe de helbestan dinivîsîne û tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.
Di avakirina Xoybûnê de roleke mezin dileyîze. Ji ber ku Fransî dizanibû, têkiliya tevgerên Kurd bi Ewropa re hêsantir dikir. Berhemên LaFontaine werdigerand û bi xwe jî helbest dinivîsand. Mixabin pirraniya wan kete destê dewleta Tirk û hatin tunekirin. Herwekî arşîva Şêx Seîd jî.

Li ser derxistina efûyê ya dûgela Tirk û ji ber hinde nakokiyên di navbera damezrênerên Xoybûnê, biryar digire û vedigere Bakurê Kurdistanê. Dûgela Tirk li ser soza xwe nasekine û wî digirin. Wî sirgûnê bajarê Ispartayê dikin. Li wir tendurustiya wî bi giran dijwar dibe û dewleta Tirk cezayê wî sist dike, vedigere Bakurê Kurdistanê. Li Darahênê, Xinûs û Amedê di nava xizaniyê de dijî û jiyana xwe ji destdide.
wiki-







---------------
MIHEMMED-Î MIHRÎ